Hêzên Rûs-Tirk li rojhilatê Kobanê dewriyeya gerandin

10 May 2021 17:16 0 dîtin
Hêzên Rûs-Tirk li rojhilatê Kobanê dewriyeya gerandin

PeyamaKurd - Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirkiyê, li rojhilatê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê gereke çavdêriyê ya hevbeş kirin.

Hat zanîn ku di gera çavdêriyê de, 4 panzer û 2 helîkopterên Rûsyayê û 4 panzerên artêşa Tirkiyê hebûn û gerê ji gundê Xerîb yê li rojhilatê Kobanê dest pê kir.

Gera leşkerî ya Rûs-Tirk piştî ku di nav gundên li ser sînor ên rojhilatê Kobanê de geriya vegeriya cihê destpêkê.

Hêzên Rûsya û Tirkiyê di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ya 22yê Cotmeha 2019an dema êrîşên Tirkiyê bi ser Serêkaniyê û Girîspî de, gerên hevbeş ên çavdêriyê ji bo dûrxistina ji sînoran a hêzên Kurd pêk tînin.