Hêzên Rûs û Tirk li rojhilatê Kobanê dewriye gerandin
PeyamaKurd - Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ya 22yê Cotmeha 2019an de, dewriyeyên hevbeş ên li sînorên Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.
Dewriyeya dawî îro 11ê Çile bi beşdariya herdu hêzan hat kirin ku 4 panzêr û 2 helîkopterên Rûsyayê û 4 panzêrên Tirkiyê tê de cî girtin.
Dewriyeya hevbeş ji gundê Xerîb ê li rojhilatê bajarê Kobanê dest pê kir û piştî gera xwe ya li gundên sînorî yên rojhilatê Kobanê temam bike û vedigere xala destpêkê ku panzêrên artêşa Tirk vedigerin baregehên xwe yên li ser sînor û panzêrên Rûsyayê jî diçin baregehên xwe yên li herêmê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, li gorî peymana Soçiyê dewriyeyên Rûs-Tirk bi hinceta çavdêriya hêzên YPGê ku biryar hatibû standin 30 kîlometran ji sînoran werin dûrxistin têne berdewamkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin