Rûsya û Tirkiyê li rojhilatê Kobanê dewriye gerand
PeyamaKurd - Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û leşkerên artêşa Tirkiyê li rojhilatê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, dewriyeyeke hevbeş gerandin.
Hat zanîn ku dewriyeya hevbeş a Rus-Tirk ji gundê Xerîb ê rojhilatê Kobanê dest pê kiriye.
Di dewriyeyê de 4 panzêrên her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê yên çavdêriyê cî girtin.
Dewriye di gundên Xerîb, Elîşar, Kortik, Til Hacib, Qebaciqa Biçûk, Holaqî, Xirbistan Tehtanî û Qeremox re derbas bû û dîsa vegeriya cihê xwe yê destpêkê.
Hêjayî gotinê ye, di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ya 22yê Cotmeha 2018an de, dewriyeyên Rûs-Tirk têne kirin ku mebest dûrsxistina HSDê ji sînoran bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin