Hêzên Rûs-Tirk li dorûbera Kobanê dewriye gerandin
PeyamaKurd - Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û leşkerên artêşa Tirkiyê dewriyeyeke hevbeş li ser sînorê rojavayê Kobanê pêk anî.
Hat ragihandin ku dewriye bi beşdariya 4 panzêrên her aliyekî û bi çavdêriya 2 helîkopterên Rûsyayê ji gundê Aşmê yê li ser sînorê rojavayê bajarê Kobanê dest pê kir.
Rêgeha dewriyeya Rûs-Tirk gundên Çarqila Jorîn, Çarqila Jêrîn, Dîkmedaş, Selîb, Siftek, Til Şiîr, Sim Sosan, Qolî û Meşko ye û li gundê Aşmê jî bi dawî bibe.
Rûsya û Tirkiyê piştî êrîşên artêşa Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de ku Girê Spî û Serê Kaniyê hat dagirkirin, ji bo parastina sînoran li hev kiribûn ku di wê çarçoveyê de ji serê salê ve dewriyeyên hevbeş pêk tînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin