Hêzên Rûs-Tirk bi helîkopteran li dorûbera Kobanî dewriye gerand

24 February 2020 19:18 0 dîtin
Hêzên Rûs-Tirk bi helîkopteran li dorûbera Kobanî dewriye gerand

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro hêzên artêşa Tirkiyê û polîsên leşkerî yên rûsî di çarçoveya rêkeftina herdu aliyan de, dewriyeya hevbeş a leşkerî li dorûbera sînorên Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê gerandin.

Dewriye ji gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê yê li ser sînorê Sûriye – Tirkiyê dest pê kir ku ew dewriye ji gundên Aşmê, Çarqelî, Qiran, Dîkmedaş, Selîb, Xorxorî, Boban, Siftik, Til Şayîr, El-Îzaa, Sosan, Qule, Qereqoy, Bênder, Mişko û Cibnê digere û piştre jî vedigere gundê Aşmê.

Li gorî çavkaniyên xwecihî dewriyeya hevbeş bi 4 panzêr û 2 helîkopterên Rûsyayê û wesayîtên leşkerî yên Tirkiyê hat gerandin.

Dewriyeyên hevbeş ên Rûs-Tirk ji ber nakokiyên navbera herdu aliyan ên li Idlibê demekê hatibûn rawestandin ku hêzên tirk beşdarî nedikirin.