Rûsya û Tirkiyê li dorûbera Kobanî dewriya hevbes gerandin

17 December 2019 19:53 0 dîtin
Rûsya û Tirkiyê li dorûbera Kobanî dewriya hevbes gerandin

PeyamaKurd - Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirkiyê li rojavayê bajarê Kobanê îro dewriyeyeke hevbeş a çavderiyê gerandin.

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi hêzên artêşa Tirkiyê re li ser xeta sînorê rojavayê bajarê Kobanê dewriyeyeke hevbeş pêk anîn ji gundê Aşmê dest pê kirin û di gundê Zormixar û Cibnê re derbas bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmê careke din xelkê Kobaniyê dewriyeya dewriyeya Rûsya-Tirkiyê protesto kirin.

Dewriyeyên hevbeş ên Rûs-Tirk di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de, têne kirin.