Rûsya û Tirkiyê li Kobanî dewriyeya leskerî dan destpêkirin

05 November 2019 15:59 0 dîtin
Rûsya û Tirkiyê li Kobanî dewriyeya leskerî dan destpêkirin

PeyamaKurd – Di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ya 22yê Cotmehê di navberda Rûsya-Tirkiye de hatiye çêkirin de, duyemîn dewriyeya leşkerî ya Rûs-Tirk hat destpêkirin.

Wezareta Bergiriya Tirkiyê ragihand ku dewriyeya duyem di navbera hêzên Rûsya-Tirkiyê de li devera Kobaniyê ya Rojhilatê Firatê hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi beşdariya balafirên keşfê dewriyeya bejahî ya Rûs-Tirk li herêma Kobanî (Eyn el Ereb) a Rojhilatê Firatê dest pê kiriye.

Dewriyeya yekemîn a Rûs-Tirk jî 1ê Mijdarê roja Înê li herêma Dirbêsiyê ya 40 km rojhilat û rojavayê Qamişlo hatibû gerandin.