Milley li dijî derxistina navê Spaha Quds ji lîsteya komên terorîst ên Amerîkayê derket

08 April 2022 13:30 0 dîtin
Milley li dijî derxistina navê Spaha Quds ji lîsteya komên terorîst ên Amerîkayê derket

PeyamaKurd  Serokê Stada Hevpara ya Hêzên Çekdar ên Amerîkayê General Mark Milley, li dijî derxistina navê Spaha Quds ji lîsteya komên terorîst ên Amerîkayê derket.

Mark Milley di civîna Komîteya Hêzên Çekdar ên Senayê de diyar kir: “Bi nerîna min Spaha Quds saziyek terorîstî ye û ez piştevaniya derxistina navê wê saziyê ji lîsteyê saziyên terorîstî nakim.”

Genêral Mark Milley roja Çarşemê eşkere kiribû, rejîma Îranê yek ji çar gefên hertimî ji bo Amerîkayê ye.

Derxistina navê Spaha Pasdaran di nav lîsteyê saziyên terorîstî de, bûye yek ji mijarên girîng a berpirsên Amerîkayê.