Tirkiyê li Çewlîgê li dijî PKKê dest bi operasyonek nuh bi navê Brûsk-6 Dojehares kir

19 August 2020 13:54 0 dîtin
Tirkiyê li Çewlîgê li dijî PKKê dest bi operasyonek nuh bi navê Brûsk-6 Dojehares kir

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê Tirkiyê li bajarê Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nuh kir.

Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro di daxuyaniyekê de ragihand, operasyonek bi navê “Operasyona Dojeha Reş Birûsk-6” li Çewlîgê bi beşdariya 700 leşker, polîs û cerdevanan daye destpêkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, operasyon bi serperiştiya Fermangeha Leşkerî ya Çewligê bi rê ve diçe û bi giştî 47 tîm beşdarê operasyonê dibin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, operasyon li dijî gerîlayên  PKKê ye.

Li gor daxuyaniyê di operasyonên Brûskê de, heta niha 22 gerîlayên PKKê can dane,  31 şikeft, sitargeh û depo hatine wêrankirin û dest bi ser gelek çek, cebilxane û xwarin û xurek hatine girtin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha amaje kir ku ew dê operasyonên xwe berdewam bikin heta ku digihêjin armanca xwe.