Artêsa Tirkiyê li dijî PKKê dest bi operasyoneke esmanî kir
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê îro dest bi operasyoneke esmanî li dijî binke û baregehên PKKê yên navçeyên Qendîl, Xakurk, Gare û Zapê yên Herêma Kurdistanê kirin.
Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê diyar kir, artêşa wan binke û baregehên PKKê yên li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran kir.
Wezaretê da zanîn, di êrişê de “40 armancên PKKê” ku “sitargeh û depoyên çek û teqemeniyan bûne”, hatine jinavbirin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê destnîşan kir, di rêya vê operasyonê re artêşa Tirkiyê derbeke mezin li PKKê daye û destnîşan kiriye: “Hêzên çekdarên Tirkiyê ji bo parastina ewlehiya welat û gelê xwe heta jinavbirina terorîstî herî dawî dê operasyonên xwe bidomîne.”
Heta niha jî PKKê derbarê êrişan de hîn ti daxuyanî belav nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin