Artêsa Tirkiyê li Diyarbekirê li dijî PKKê operasyoneke nû da destpêkirin

17 April 2022 13:35 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê li Diyarbekirê li dijî PKKê operasyoneke nû da destpêkirin

PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li bejahiya bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê bi navê Abluka-1 (Dorpêç-1) operasyonek li dijî PKKê hatiye destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di operasyona ku bi navê Dorpêç-1 û navê çawîşekî cenderme yê bi navê Kadir Aydin ê berê hatiye kuştin hatiye destpêkirin de, 650 leşker û polîs beşdariyê dikin.

Herwiha hat diyarkirin ku di operasyonê de, 42 tîmên operasyonel beşdariyê dikin, lê nehat eşkerekirin bê operasyona navborî kengî tê bidawîkirin.