Artêsa Tirkiyê li dijî PKKê dest bi operasyoneke nû kir
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê li navçe û parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê operasyonên xwe yên li dijî PKKê berdewam dike. Di çarçoveya wan operasyonan de, li parêzgehên Agirî, Qers û Erzeromê dest bi operasyoneke nû bi navê “Eren Zivistan-10 (Çemçe)” kir.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro bi daxuyaniyekê diyar kir, li parêzgehên Agirî, Qers û Erzeromê yên Bakurê Kurdistanê vê sibê operasyona bi navê “Eren Zivistan-10 (Çemçe)” bi beşdarbûna 790 leşkerên ser bi Fermandariya Cendirme û gundparêzan destpê kir û operasyon ji 70 tîmên cuda pêk tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin