Tirkiyê li dijî PKKê operasyoneke nû da destpêkirin

15 June 2020 09:41 0 dîtin
Tirkiyê li dijî PKKê operasyoneke nû da destpêkirin

PeyamaKurd  - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand, ku duh bi şev operasyoneke nû li dijî hêzên PKKê bi navê daye destpêkirin. Hat ragihandin ku 20 balafirên şerî yên Tirkiyê beşdarî operasyonê bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihandiye, ku duh bi şev operasyonek nû li dijî hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi navê “Operasyona Pence-Qertel” daye destpêkirin û balafirên şerî yên Tirkiyê baregehên PKKê bombebaran kirine.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) derbarê wê êrişê de ragihandiye, balafirên wan baregehên PKKê li herêmên Zab, Avaşîn û Basyanê kirine armanc û di encamê de 2 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Ji aliyê din ve, Medyaya nêzîkî PKKê jî ragihand, ku balafirên şeri yên Tirkiyê Çiyayê Şingalê û derdora Kampa Mexmûrê bombebaran dikin.

Li gor vîdyoyeke kurt ku medyaya nêzîkî PKKê belav kiriye, dengên balafiran tê bihîstin û li cihê ku bombe lê dikevin, ronahî tê dîtin.