Li Batmanê li dijî PKKê operasyoneke berfireh hat destpêkirin

16 January 2020 13:16 0 dîtin
Li Batmanê li dijî PKKê operasyoneke berfireh hat destpêkirin

PeyamaKurd - Li bajarê Batmanê yê bakurê Kurdistanê, bi beşdariya 795 hêzên cendirme, polîs û cerdevanan li dijî endamên PKKê operasyoneke berfireh hati destpêkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku, Li Çiyayê Mava yên di navbera Batmanê û Sêrtê de bi beşdariya hêzên 795 cendirme, polîs û cerdevanan li dijî endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi nave ‘Kapan-4 Operasyona Mava’ operasyoneke berfireh hat destpêkirin.

Li gorî daxuyaniyê wê wezarata Tirkiyê operasyonên li dijî hêzên PKKê dewam dike û herwî dawî li Çiyayê Mava operasyonek hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku fermandarên cendirmeyên yên herêma Amedê û Batmanê jî tev li  operasyonê dibin.