Talîbanê li dijî serhildêran dest bi "operasyoneke paqijkirinê" ya berfireh kir

15 September 2022 11:35 0 dîtin
Talîbanê li dijî serhildêran dest bi "operasyoneke paqijkirinê" ya berfireh kir

PeyamaKurd – Talîbanê li Afxanîstanê li dijî serhildêran dest bi "operasyoneke paqijkirinê" ya berfireh kir.

Li gor Berdevkê Sereke yê Talîbanê Zabihullah Mucahid do ji Dengê Amerîka re diyar kir, çalakiya ewlekariyê li sê navçeyên parêzgeha çiyayî hate kirin ji bo pêşîgirtina "serhildêran" ku gef li ewlekariya giştî ya heremê dikin.

Mucahid eşkere kir: “Di operasyona paqijkirinê de li Rexa, Dara û Efşarê yên Penceşîr 40 serhildêr hatine kuştin ku di nav wan de çar fermandar û bêtirî 100 kesên din ji hatine girtin.”

Herwiha destnîşan kir, operasyon wek bersivdana kiryarên binerd yên serhildêran di destpêka hefteyê de hat destpêkirin.