HSDê dest bi operasyoneke nû li dijî saneyên razayî yên DAISê kir

29 December 2022 13:02 0 dîtin
HSDê dest bi operasyoneke nû li dijî saneyên razayî yên DAISê kir

PeyamaKurd Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê diyar kir, bi beşdariya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operasyoneke nû li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê li deverên Til Hemîs û Holê yên li parêzgeha Hesekê kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de da zanîn, destpêkirina operasyoneke nû ya bi navê “Brûska Cizîrê” li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê li her du deverên Til Hemîs û Holê ragihand.

Di berdewamiyê de eşkere kir, ev operasyon ji roja 29ê Berfanbarê û bi beşdariya hêzên asayişê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hatiye destpêkirin û destnîşan kir, operasyon li deverên Til Hemîs û Holê ne ku şaneyên razayî ji wan deveran ve êrîşî li dijî kampa Holê û başûrê Qamişlo dikin.

HSD di dawiya daxuyaniya xwe de got, ev operasyona ku di çarçoveya pêwîstiyeke tund de û wek bersivekê ji êrîşa DAIŞê ya roja 26ê vê mehê li Reqayê tê, her wiha dê bibe destpêka operasyonên li dijî rêxistina terorîst di sala nû de.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 26ê Berfanbarê hejmarek girtiyên DAIŞê ji baregeha HSDê ya li taxa Diriyê ya Reqayê reviyabûn û piştre jî êrîşê wê baregehê kirin, di encamê de 3 şervanên HSDê û 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin kuştin.