HSDê li dijî saneyên DAISê dest bi operasyoneke nû kir
PeyamaKurd – Li geliyê Ecîc ê Dêrazorê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, li dijî şaneyên DAIŞê dest bi operasyoneke nû ya leşkerî kirin.
Li gor Navenda Çapemeniyê ya HSDê diyar kir, bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, HSDê dest bi operasyoneke leşkerî û ewlehî ya berfireh li geliyê Ecîc ê Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞê kiriye.
Di daxuyaniyê de dide zanîn, armanca wan ew e ku rêyên qaçaxçîtiyê bigirin û cihên veşartina çekan bibînin.
Herwiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin: “Hêzên me û hêzên Hevpeyamniya Navdewletî, li herêma geliyê Ecîc ê bakurê Dêrazorê dest bi operasyoneke leşkerî ya ewlehî ya berfireh kir. Ew operasyon li dijî şaneyên veşartî û çalak ên rêxistina DAIŞê ya terorîst, eşkerekirina xal û çekên wan ku çete û serçeteyên wan li herêmên bi ser sînorê Iraqê ve bi kar tînin, hate destpêkirin.”
HSDê eşkere kir, ew operasyon dê 4 rojan berdewam be û ragihand: “Ev operasyon di çarçoveya kedên berdewam ên hevbeş ên hêzên me û hêzên Hevpeymaniya Navnetewî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat, armanc jê jî têkbirina çeteyên DAIŞê û tevahî rêxistinên terorîst ên dîtir in.”
Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya asmanî bi rêya avêtina moşekan li ser veşargehên DAIŞê li biyabanên Ecîc, ji bo HSDê dike. HSD jî bi berdewamî dewriyan encam dide da ku xelkê piştrast bike ku ewlekarî û selametiya wan parastî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin