Sarku'l Awsat: Tirkiye û Amerîkayê li ser operasyoneke sînordar li dijî HSDê li hev kirin
PeyamaKurd – Di berdewamiya êrîşên esmanî yên Tirkiyê yên li ser çeperên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku di çarçoveya Operasyona Penc-Şûr de pêk tînin, serkirdayetiya artêşa Tirkiyê bang li komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê dike ku di saetên pêş de civîneke awarte ji li dar bixin, da ku amadehiya xwe ya şer zêde bikin û wezîfe û eksê êrîşa bejayî diyar bikin.
Serokê yek ji van koman ji Şarku'l Awsat re diyar kiriye, serkirdayetiya leşkerî ya Tirkiyê roja Çarşemê serkirdayetiya sê serkirdeyên artêşê di Artêşa Niştimanî de, ji bo pêşhatên leşkerî û meydanî yên dawîn gotûbêj bikin, planên leşkerî yên êrîşkar pêş bixin, vexwendine civîneke leşkerî ya girîng a li Kilîsê ku li ser destpêkirina operasyona leşkerî ya Tirkiyê ya çaverêkirî li dijî HSDê li bakur û bakurê rojhilatê Helebê pêk bîne.
Herwiha ev yek bi hêzeke serbazî ya mezin ku ji deverên nêzîkî Minak, Kefer Haşer, Tadîf û Tel Rifat heta deverên ser bi bajarê Minbic û Kobanî, ku di bin kontrola HSD û hêzên rejîma Sûrî de ne pêk hat.
Li gorî daneyên meydanî, tê pêşbînîkirin ku herêmên ku bibin cihê operasyonên leşkerî, Amûdê, Derbesiye û Malîkiyê yên gundewarên Qamişlo yê li bakurê rojhilatê Sûriyê ne.
Tê îdiakirin ku beşdarbûna Artêşa Niştimanî ya Sûriyê wê tenê bi rizgarkirina herêmên Tel Rifat û Kobanî yên li bakur û bakurê rojhilatê Helebê sînordar be.
Li gorî agahiyên ku Şarku'l Awsat bi dest xistine, serkirdeyekî din ê komê gotiye, "Di çend saetên borî de li herêma Kilîsê di navbera rayedarên leşkerî yên Amerîkayê û hemtayên wan ên Tirkiyeyê de hevdîtinek pêk hat. Li vir daxwazên Tirkiyeyê, operasyona leşkerî ya li dijî HSDê û helwesta Amerîkayê ya di vê mijarê de hatin nirxandin. "Piştî diyalogeke dirêj di navbera her du aliyan de, bi Amerîkiyan re li ser operasyoneke bisînor li hev kirin ku heta niha dîrokek diyar nekirine."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin