Amerîka: Li dijî operasyoneke muxtemel, em ê HSDê biparêzin!
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Serheng Robert Manning, di civîna xwe ya heftane de pirsên di derbarê operasyona Efrînê de bersivandin.
Li ser pirseke ku dibêje “Heke êrîşek li dijî hêzên HSDê yên li Minbicê çêbibe, hûn ê wan biparêzin? Manning wiha got: “Heke êrîşek li dijî hêzên HSDê yên li Minbicê çêbibe, em ê jî hevkarên xwe yên li qadê biparêzin.”
Ji vê daxuyaniyê hate fêhmkirin ku li dijî hinek oprasyonên li ser HSDê, Amerîka wê HSDê biparêze.
Manning dîsa bi bîr xist ku hinek tirsên wan di derbarê Bakurê Sûriyê de heye û divê her kes bala xwe bide ser şerê li dijî IŞÎDê û sivîlên masûm biparêzin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin