Mazlûm Ebdî: Rûsya û Amerîka em pistrast kirin ku li dijî operasyoneke nû ya Tirkiyê ne

10 November 2021 11:59 0 dîtin
Mazlûm Ebdî: Rûsya û Amerîka em pistrast kirin ku li dijî operasyoneke nû ya Tirkiyê ne

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî diyar dike, Rûsya û Amerîka ew piştrast kirine, ew li dijî operasyoneke nû ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê ne.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di hevpeyvînekê ligel malpera “Al-Monitor” re eşkere dike, eger Tirkiye razemendiya Rûsya û Amerîka wernegire, ew nikare dest bi operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê bike.

Ebdî destnîşan dike: ‘‘Amerîkayê bi awayekî fermî ji me re gotiye ku ew li dijî êrîşa Tirkiyê ya li dijî me ne û ew tu operasyoneke Tirkiyê qebûl nakin.’’

Derbarê helwesta Rûsyayê de jî eşkere dike: “Rûsan jî ji me re gotin ku wan bi Tirkiyê re tu peyman nekiriye. Lê got, dibe ku hêzên Artêşa Niştimanî ya Sûrî yên ku Tirkiye piştgirîya wan dike, li şûna artêşa Tirkiyê bi xwe, êrîşî me bikin.”

Her di vê derbarê de jî Ebdî diyar dike: “Bi rastî jî wan dîrokek da me ku diviyabû wan (hêzên Artêşa Niştimanî ya Sûrî) 5ê Mijdarê êrîşî me bikirina, lê tiştek nebû.”

Di berdewamiyê de destnîşan dike: “Di şert û mercên heyî de, êrîşeke Tirkiyê ne pêkane. Ji bilî vê Rûsan ji me re gotin ku wan ji Tirkan re gotiye ku ew êrîşa li dijî me qebûl nakin.”

Li ser pêwendiyên bi Şamê re jî Fermandarê Giştî yê HSDê dibêje, heta niha ew neçûne Şamê û dest bi danûstandinên fermî û cidî nekirine. Bi gotina Ebdî, Şam hîn ji bo danûstandinan ne amade ye.

Di dema dawî de rayedarên Tirkiyê behsa operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê dikin, li gor çavdêran jî,  Tirkiye vê carê dixwaze herêmên Til Temir, Til Rifat, Eyn Îsa û Minbic bigire.