Mazlûm Ebdî bang li Amerîka û Rusyayê kir: Pêsî lê bigirin

23 November 2022 16:00 0 dîtin
Mazlûm Ebdî bang li Amerîka û Rusyayê kir: Pêsî lê bigirin

PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, di derbarê operasyona Tirkiyeyê ya ku li dijî Rojava dest pê kiriye, ji bo AFPê axivî. Ebdî bang li Amerîka û Rusyayê kir ku li ser sozên xwe bimînin û rê li ber operasyonan bigirin.

Mazlûm Ebdî, piştî operasyona Pençe-Kiliç a Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ku di 19ê Mijdarê de bi awayê asîmanî hatibû kirin, ji bo AFPê axivî û hin nirxandin kirin.

 Ebdî diyar kir ku ew ê hewila aramkirina rewşê bikin û wiha axivî:

“Em amade ne ku herêma xwe biparêzin, lê belê Rusya û Amerîka jî di nav de em bang li hemû aliyan dikin ku rêz li sozên xwe bigirin da ku bi gotinên xwe, rê li ber operasyoneke nû ya Tirkiyeyê bigirin.

Divê Amerîka helwesteke tund nîşan bide da ku rê li ber bombebarankirina xelkê sivîl bigire.”

Li ser wendahiyên operasyonê, Navenda Ragihandinê ya HSDê jî ragihandibû ku 15 jê leşkerên artêşa Suriyeyê, bi giştî 30 kesan can dane.