Rusyayê bang li Amerîkayê kir: Em ji bo Suriyeyê amade ne biaxivin
PeyamaKurd- Nûnerê Taybet ê Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin ê Suriyeyê Aleksandr Lavrentyev, li ser rewşa Suriyeyê da zanîn ku ew amade ne ligel Amerîkayê hevdîtinan bikin.
Aleksandr Lavrentyev, li ser rojeva siyasî axivî û bal kişand ser rewşa Rojava û Suriyeyê. Lavrentyev da zanîn ku Moskow di derbarê hevdîtinên li ser Suriyeyê de amade ye ku bi Washingtonê re axaftin û dan û stendinên xwe berdewam bikin.
Lavrentyev, li ser hilawêstina têkiliyan ên ligel Amerîkayê jî rayedarên Amerîkî tawanbar kir û diyar kir ku bendewariyên wan ên li ser hevdîtinên ji bo Suriyeyê yên navbera Washington û Moskowê, hişk in.
Aleksandr Lavrentyev bi berdewamî got, “Pêkan e ku wekî prensîb em bikaribin bi wan re hevdîtinê bikin. Di nav rêveberiya Amerîkayê de ne tenê kesên ku berjewendiyên Amerîkayê diparêzin, kesên maqûl ên ku biryarên bi hevseng û asayî yên ji bo berjewendiyên Rusyayê bidin û guhdarî bikin jî hene.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin