Dêrazor | HSDê li dijî saneyên DAISê dest bi operasyonekê kir

26 September 2022 11:00 0 dîtin
Dêrazor | HSDê li dijî saneyên DAISê dest bi operasyonekê kir

PeyamaKurd – HSDê li dijî şaneyên DAIŞê, dest bi operasyonekê li rojhilatê Dêrazorê kir.

Li gor Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê ya ser bi HSDê ve bi daxuyaniyekê diyar kir: “Di vê dawiyê de li rojavayê Dêrazorê tevgerên şaneyên DAIŞê zêde bûne. Herî dawî xaleke hêzên me yên leşkerî hat armanckirin. Ji ber wê hêzên Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê û saziyên ewlehiyê, tevgerên wan şaneyan şopandin û cihê wan tesbîtkirin.”

Herwiha eşkere kir: “Hêzên me çembereke ewlehiyê li dordora herêma Kiber ferz kir û şaneyên terorsît kirin armanc û gelek ji wan girtin û cebilxaneyên pê re desteser kirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin, operasyon û hemleyên hêzên HSDê yên ewlehiyê wê heta jinavbirina wan şaneyan û bicihkirina ewlehî li herêmê, berdewam bin.