HSDê li Dêrazorê operasyona saneyên DAISê da destpêkirin

04 June 2020 15:28 0 dîtin
HSDê li Dêrazorê operasyona saneyên DAISê da destpêkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 4ê Hezîranê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li gundewarên Dêrazorê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, li dijî şaneyên terorîstên DAIŞê operasyoneke leşkerî da destpêkirin.

Li gorî çavkaniyên leşkerî ji nav Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro li gundewarên Dêrazorê li dijî şaneyên çekdarên DAIŞê operasyoneke leşkerî hatiye destpêkirin.

Hat ragihandin ku operasyon li herêmên navçeya Şedadê ya gundewarên başûrê Hesekê dest pê dike û heta El-Bûkemal a gundewarên rojhilatê Dêrazorê wê berdewam bike.