HSDê li Dêrazorê 2 saneyên vesartî hilwesand û 22 terorîstên DAISê girtin

13 October 2020 14:47 0 dîtin
HSDê li Dêrazorê 2 saneyên vesartî hilwesand û 22 terorîstên DAISê girtin

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan di operasyonên xwe yên dijî terorîstên DAIŞê de, 2 şaneyên veşartî li gundewarên Dêrezorê hilweşand û 22 çekdar girtin.

Navenda ragihandina HSDê li ser operasyona digel Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku 11vê mehê li herêmên Zîban û Deşîşa yên Dêrazorê hatiye destpêkirin daxuyanî da.

HSDê ragihand ku di encama van operasyonan de, 22 çekdarên DAIŞê li herdu deveran hatine girtin û 2 şaneyên veşartî hatine hilweşandin.