HSDê saneyeke 11 kesî ya DAISê li Dêrazorê hilwesand
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi hevkariya hevpeymaniya navdewletî operasyonek li dijî DAIŞê pêk anî û şaneyeke veşartî li herêma Elbisêra ya Dêrazorê hilweşand.
Berpirsê ji HSDê li Dêrazorê Elî el Hesen da xuyakirin ku piştî tevgerekê û danheva agahîyan 17ê Tebaxê hêzên asayîşê girtine ser devera ku cihê şaneya razayî ya DAIŞê bû û di encamê de 11 terorîstên DAIŞê û kargeha wan a çêkirina teqemenîyê tevî gelek çek û cibilxane hatine desteserkirin.
Operasyonên dijî şaneyên DAIŞê di van demên ku DAIŞ li Rojavayê Kurdistanê teqînan encam dide de hatine xurtkirin ku hêzên ewlekarîya hindirîn, hêzên taybet yên HAT û hêzên antî teror (YAT) yên HSDê li tevahiya herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê operasyonan pêk tînîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin