HSDê li bakurê Dêrazorê saneyeke 3 kesî ya DAISê girt
PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku hêzên wan doh 16ê Tebaxê êvarê şaneyeke terorîstên DAIŞê li gundên bakurê Dêrezorê desteser kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarin ku gelek çek û cebilxane, alavên pêwendiyê, hin mayîn û alavên teqemeniyê jî hatine desteser kirin.
Hat eşkere kirin ku şane ji sê kesan pêk dihat û bi aliyên girêdayî dewleta Tirkiyê re jî di nava têkiliyê de bûn.
Navenda Ragihandina HSDê diyar kir, belgeyên bûyerên kuştin û teqînan jî li ser wan çekdaran hatine desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin