HSDê li Dêrazorê saneyeke DAISê hilwesand û 5 terorîst desteser kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di encama operasyoneke ser şaneyeke DAIŞê de, 5 terorîstên wê rêxistinê desteser kirin.
Li gorî zanyariyan, hêzên HSDê Di îro 8ê Mijdarê danê sibehê li aliyê başûr û rojavayê bajarokê El-Busereya yê rojhilatê bajarê Dêrazorê operasyonek li dijî şaneyeke DAIŞê li dar xist û di encamê de 5 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin.
Hatiye diyarkirin ku wê şaneya DAIŞê suîqest û êrîşên li dijî xelkê herêmê dikirin û motorsiklêt diteqandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin