Li Sêrtê jî qedexeya derketina derve hate ragihandin
PeyamaKurd - Piştî ku li parêzgeha Wanê ya bakurê Kurdistanê mafê şaredartiyê yê namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan nehate dayîn û çalakiyên protestoyî pêk hatin û ev çalakî li bajar û parêzgehên din ên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûn, ji bo ku rê li xwenîşandanên girseyî bê girtin, Parêzgeriya Sêrtê bi daxuyaniyekê qedexeya derketina derve ragihand.
Di daxuyaniya parêzgeriyê de wiha hate gotin: "Li gor madeya têkildarî qanûna Rêveberiya Parêzgehê ya hejmar 5442, li navenda navçeya Xesxerê û hemî gundên wê ji, 3ê Adara 2024an demjimêr 01:00 û pê ve qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.”
Parêzgeriya herwiha ji welatiyan daxwaz kir ku ji bo ewlehiya can û malên xwe vê qedexeyê bi cih bînin.
Pêştir Parêzgeriya Wanê jî ragihandibû ku ji bo heyama 15 rojan hemû çalakiyên girseyî hatine qedexekirin û diyar kiribû ku wê qedexe ji 03 heta 17ê vê mehê bidome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin