Li Kerkukê biryara qedexeya Kurdî hat betalkirin
PeyamaKurd - Rêveveriya Perwerdeya Giştî ya Kerkûkê, ji dibistanan xwestibû, “Dema zarok tên qeydkirin di ciyê tîpên Kurdî yên di navên wan de tîpên Erebî werin nivîsandin.”
Rêveveriya Perwerdeyê bi nivîseke nû ji aliyên pêwendîdar xwest ku tîpên “j-ژ, pپ-, vڤ-, çچ-, gگ-, oۆ-, l (“l”ya qelew /ڵ), r (“r”ya qelewڕ/) û êێ-”yê li formên elektronîk ên qeydan werin zêdekirin.
Rêveberiya Perwerdeya Giştî ya Kerkûkê ev nivîs îro şand û xwest ku biryara nû were bicihkirin.
Li gorî biryara berê ev tîpên Kurdî di forman de nebûn û li cihê wan tîpên tîpên Erebî yên nêzîkî wan dihatin nivîsandin.
Bi biryara nû ku hatiye dayîn û ji bo pêwendîdaran hatiye şiyandin qedexeya li ser Kurdî betalbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin