Dadgehê qedexeya wesanê ji bo êrîsa Enqerê ragihand

01 October 2023 13:02 0 dîtin
Dadgehê qedexeya wesanê ji bo êrîsa Enqerê ragihand

PeyamaKurd - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, li ser êrîşa îro 1ê Cotmehê ya li ber avahiya wezareta navxwe ya Tirkiyê qedexeya weşanê ragihand.

Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatiye gotin, “Dadgeha Cezayê Sulh a Enqereyê, biryara qedexeya weşanê derbarê teqînê de daye.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya li ser medyaya civakî piştî êrîşê got: “Îro li demjimêr dor 09.00'an, 2 terorîstên ku bi wesayiteke bazirganî ya sivik hatin ber deriyê Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Wezareta Navxwe û êrîşeke bombeyî pêk anîn. Yek ji terorîstan xwe teqand û terorîstê din jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kuştin. 2 polîs jî bi sivikî birîndar bûn.”

Derbarê nasnameya êrîşkaran û sedema wê de heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn û hêj ti aliyekî berpirsiya wê êrîşê li xwe negertiye.