Li Dêrsimê bo 15 rojan qedexeya çalakiyan hat danîn
PeyamaKurd- Li Dêrsimê li seranserê bajêr bo 15 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin. Sedema qedexeyê tedbîrên bo li dijî Kovid-19 ê hat nîşan dan. Parêzgeha Dêrsimê biryarê bi awayekî nivîskî ragihand.
Merasim an civînên çapemeniyê yên dewletê wê li gor tedbîrên Kovid-19 ê bên kirin, dê maske bên danîn û mesafe bên parastin.
Wekî din meş, xwepêşandan, civînên hewa vekirî, protesto, tevegera rûniştinê, greva birsê, danîna stendan, vegirtina konan, kampanya îmzayan, aheng, belavkirina peyaman û buroşuran, meşale, konferans û çalakiyên weka wan ji 15 ê tebaxê siet ji 00.01 ê şeve heya 29 ê tebaxê siet 23.59 an bo 15 rojan hatine qedexekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin