Li Rihayê qedexeya kirina çalakiyan ya ji bo 7 rojan hat ragihandin
PeyamaKurd – Piştî qedexekirina çalakiyan li hinek bajarên bakûrê Kurdistanê, niha parêzgeriya Rihayê jî ji bo 7 rojan qedexeya kirina çalakiyan ragihand. Qedexe ji bo navenda bajêr û hemû çavçên wêne.
Di daxuyaniyê de parêzgehê kirina çalakiyên weka meşê, vekirina stendan, civîna çapemeniyê, greva birçîbûnê, vegirtina konan, belavkirina belavokan û kiryarên weka wan ji bo 7 rojan qedexe kir.
Qedexe ji bo navbera 10-16ê Sibatêye. Herkesê an dezgeya bixwaze çalakiyan bike, divê ji hêzên asayîşê û parêzgehê îznê bistîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin