Li Bedlîsê heta 15 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin
PeyamaKurd - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, heta 15 rojan meş, xwepêşandan û hemû çalakiyên bi vî awayî li seranserî parêzgehê hatin qedexekirin.
Parêzgariya Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir, li seranserî parêzgehê heta 15 rojan hemû curên çalakiyên wek daxuyaniya çapemenî, çalakiyên rûniştinê, meş, vedana çadiran û kampaniyên îmzeyan hatine qedexekirin.
Qedexeya çalakiyan li Bedlîsê ji roja 16ê Hezîranê saet 00:01 ve destpê dike û heta 30 Hezîranê û saet 23:59 berdewam dibe.
Parêzgariyê destnîşan kir, ku biryara qedexeyê ji bo rêgirtina li ber belavbûna Koronayê, provaksyonên neçaverêkirî û bergiriya li bûyerên civakî hatiye ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin