Li Sêrtê qedexeya her cûre çalakiyan heta 15 rojan hat dirêjkirin
PeyamaKurd – Parêzgariya Sêrtê, qedexeya her cûre çalakî û xwepêşandanan heta 15 rojên din jî dirêj kir.
Parêzgariya Sêrtê bi daxuyaniyekê diyar kir, her cûre çalakiyên weke meş, xwepêşandan, civînên rojnamevanî û vedana çadir û standan, heta 15 rojan hatin qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Bi armanca prensîbên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û neteweyê, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li zêdetir belavnebûna Korona” biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin