Li Wanê qedexeya her cûre çalakiyan 15 rojên din hat dirêjkirin

14 November 2021 22:37 0 dîtin
Li Wanê qedexeya her cûre çalakiyan 15 rojên din hat dirêjkirin

PeyamaKurd - Li Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ku ji sala 2016an ve qedexeyên çalakiyên cemawerî tê ragihandin, careke ji bo 15 rojan qedexeya hemû curê çalakiyên weke xwepêşandan, civînên rojnamevanî, grev, vedana konan hat ragihandin.

Walîtiya Wanê ragihandiye, ji 15ê Mijdara 2021an heta 29ê Mijdara heman salê ji bo dema 15 rojan hemû cûre çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wekî wan qedexe ye.

Di daxuyaniyê de wekî hincet jî parastina komarê, yekparçeyiya dewlet û neteweyê, rêgirtina binpêkariya maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtina li tawanan û rêgirtina belavbûna koronayê hatiye nîşandan.

Herwiha hatiye diyarkirin ku biryara qedexekirinê çalakiyên fermî yên ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve bên kirin li xwe nagire.