Li Wanê qedexeya hemû çalakiyan 15 rojên din hat dirêjkirin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya çalakiyan 15 rojên din hat dirêjkirin.
Bi daxuyaniyekê Parêzgariya Wanê belav kir, qedexeya çalakiyan ji roja Pêncşemê 5ê Mijdara 2020an ve destpê dike û heta 19ê Mijdarê, dê 15 rojan berdewam bike.
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, hemû cûrên çalakiyan ên weke kombûn, xwepêşandan, girev û meş û vedana çadiran li tevahiya sînorê Wanê qedexe ye.
Ji 21ê Mijdara 2016an ve, qedexeya çalakiyan li sînorê parêzgeha Wanê bê navber tê dirêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin