Parêzgeriya Mêrdînê ji bo 15 rojan qedexeya çalakiyan ragihand

15 November 2022 01:37 0 dîtin
Parêzgeriya Mêrdînê ji bo 15 rojan qedexeya çalakiyan ragihand

PeyamaKurd – Parêzgeriya bajarê Mêrdînê li navenda bajêr û navçeyên wê qedexeya çalakiyan ji bo 15 rojan ragihand. Li gor biryara parêzgehê; tevgerên weka civîn, meş, ragihandina çapemeniyê, greva birsê, tevgera rûniştinê, xwepêşandan, vekirina stendan, vegirtina konan, belavkirina belavokan û tevgerên weka wan ji bo 15 rojan hatine qedexekirin. Kesên bixwazin çalakiyekî bikin, wê îzna hêzên asayîşê û parêzgehê bistînin.

Qedexe ji 15ê Mijdarê siet ji 00.01 ê destpêdike û heya roja 29 ê mijdarê siet 24.00 an dewam dike.