Hemû çalakî heta 15 rojan li Colemêrgê hatin qedexekirin
PeyamaKurd - Li bajarê Colmêrgê yê Bakurê Kurdistanê, bo 15 rojan hemû çalaki hatin qedexekirin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Colemêrgê, ji derveyî çalakiyên bi destûra Parêzgariyê û qeymeqamtiyê, lidarxistina çalakiyên weke, meş, mitîng, xwepêşandan, belavkirina belavokan, konser, çalakiyên protestoyî, grêva birçîbûnê, vegirtina çadiran û hemû cûrên çalakiyên weke wan, heta 15 rojan hatin qedexekirin.
Qedexeya çalakiyan ji roja Yekşemê 18ê Cotmeha 2020an saet 00:01ê destpê dike û heta bi 01 Mijdara 2020an demjimêr 23:59ê berdewam dibe.
Biryara qedexeya çalakiyan, bi sedema berevaniya ewlehiya netewî û rêgirtina li ber belavbûna vîrûsa Koronayê hatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin