Li Colemêrgê ji bo 15 rojan hemû cure çalakî hatin qedexe kirin

19 July 2022 14:20 0 dîtin
Li Colemêrgê ji bo 15 rojan hemû cure çalakî hatin qedexe kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê ji bo 15 rojan, hemû çalakî û xwepêşandan hatin qedexe kirin.

Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyeke nivîskî da xuyakirin, ji ber bergiriyên ewlehiyê û bi mebesta parastina yekperçeyîya dewleta Tirkiyê, li Colemêrgê ji roja 18 Tîrmehê heta 1ê Tebaxê hemû çalakiyên mîna; xwepêşandan, daxuyaniyên çapeminyê, civînên girseyî û meş, hemû çalakiyên dengî û dîtbarî, firandina balonan û dronan, vekirina konan û hemû çalakiyên din yên cemawerî hatine qedexekirin.

Walîtiyê ragihandiye ku tenê çalakî û bernameyên bi destûra qeymeqamtiyan dikarin bêne kirin.