Li Colemêrgê bo mehekê hemû cure çalakî hatine qedexekirin

18 June 2019 12:51 0 dîtin
Li Colemêrgê bo mehekê hemû cure çalakî hatine qedexekirin

PeyamaKurd -  Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê qedexekirina çalakiyan ku berê li navend û çend navçeyên sînorê wê parêzgehê hatibû ragihandin, heta mehekê hat dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê, li navçeyên ser bi navendê û bajarokên derdora Colemêrgê, herweha ew deverên di bin berpirsyariya hêzên cendirme de, ku berê li wan deran hemû çalakî hatibûn qedexekirin, ji saet  00:00ê 18.06.2019an heta heya 23:59an a 17.07.2019an biryara qedexekirina çalakiyan hatiye dirêjkirin.

Li gor biryarê, li meydan, ser cade, park, kolan û cihên vekirî xwepêşandan, meş, grev, vedana çadiran, civînên rojnamevaniyê û hemû çalakiyên wek wan hatine qedexekirin.