Li Rihayê bo mehekê hemû cure çalakî hatin qedexekirin
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê di çarçoveya tedbîrên koronayê de her cure çalakiyên bo maweyê mehekê hatin qedexekirin.
Li bajarê Rihaya bakurê Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên koronayê de (Covid-19) hemû cure çalakiyên li qadên vekirî yên wekî daxuyaniyên çapemeniyê, mîtîng, meş, belavkirina belavokan, girêvên birçîbûnê, û vegirtina konan bo maweyê mehekê hatine qedexekirin.
Walîtiya Rihayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çarçoveya rêgirtina li dijî belavbûna koronaya nifşê nû (Covid-19) hemû cure çalaki bo mehekê hatin qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qedexe dê ji 8ê Hezîranê heta 7ê Temûzê di meriyetê de be û navenda Rihayê û navçeyên Rihayê li xwe digire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin