Li Rihayê hemû cure çalakî hatin qedexekirin

21 December 2019 13:58 0 dîtin
Li Rihayê hemû cure çalakî hatin qedexekirin

PeyamaKurd- Qedexekirina encamdana çalakiyan li parêzgehên Bakurê Kurdistanê berdewam e.

Li gor daxuyaniya walîtiya Rihayê, li wî bajarê Bakurê Kurdistanê hemû cure çalakî hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, li sînorê parêzgeha Rihayê encamdana xwepêşandan, meş, grev, ‎vedana çadir û standan û hemû çalakiyên bi vî rengî bo heyama 30 rojan hatine qedexekirin.‎

Li bajarên Bakurê Kurdistanê ev heyameke dirêj e bi hincetên cuda qedexe tên ragihandin.