Li Riha û Dîlokê hemû cure çalakî hatin qedexekirin
PeyamaKurd - Li bajarê Riha û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê ji bo 15 rojan hemû cure çalakî hatin qedexekirin.
Parêzgeriyên her du bajaran Riha û Dîlokê ragihandin, heya 5ê Cotmehê wan her cure çalakî qedexe kirine.
Li gorî daxûyaniyan, çalakiyên wek xwepêşandan, meş, çalakiyên rûniştinê, belavkirina belevokan, grevên birçîbûnê, daliqandina posteran û kombûn ji 20ê Îlonê heta 5 Cotmehê, hatine qedexekirin.
Sedema vê qedexeyê, ji bo çalakiyên HDPê tê nîşandan, ku li dijî danîna qeyuman li tevahîya bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê xwepêşandan berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin