Li Dîlokê bo mehekê hemû çalakî hatin qedexekirin
PeyamaKurd - Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, kombûn, vedana konan û standan heta mehekê hatin qedexekirin.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Dîlokê ve hatiye belavkirin, hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, daxuyaniyên çapemeniyê, kombûn, komkirina îmzeyan, vedana konan û standan li sînorê bajêr hatine qedexekirin.
Walîtiya Dîlokê sedema biryara qedexeyê vegerandiye bo asayîşa navçeyê.
Di daxuyaniyê de tê îdîakirin, ku armanca qedexeyê parastina can û malê welatiyan, rêgirtin li çêbûna tawanan, parastina asayîşa giştî û rêgirtin e li belavbûna bûyerên tundûtûjiyê.
Li gor daxuyaniyê, qedexeya çalakiyan îro Sêşemê 09.06.2020 destpê dike û heta 08.07.2020an berdewam dibe.
ji aliyê din ve, li 9 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve ya bi hêceta operasyona eskerî hatiye sepandin didome.
Şêniyên gund ragihandin ku êmê sewalên wan nemaye û nikarin sewalên xwe derxin derve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin