Li Agiriyê hemû çalakî heta hefteyekê hatin qedexekirin

05 November 2024 16:00 0 dîtin
Li Agiriyê hemû çalakî heta hefteyekê hatin qedexekirin

PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê her cure xwepêşandan, meş, civîn û mîtîng heta hefteyekê hatin qedexekirin.

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariya Mêrdîn û Batmanê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Piştî tayînkirina qeyûman dor bi dor li bajarên Bakurê Kurdistanê qedexeyên çalakiyan tên ragihandin.

Walîtiya Agiriyê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser danîna qeyûmên her sê şaredariyan û ragihand, li tevahiya bajêr her cure xwepêşandan, meş, civîn û mîtîng heta 11ê mijdara 2024an hatine qedexekirin.

Walîtiyê îdia kir ku biryar ji ber “peydakirina aramî û ewlehiya raya giştî, rêlibergirtina tawanan û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye dayîn.

Li gorî biryarê daxuyaniyên medyayê, xwenîşandan, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vedana konan, kampanyayên îmzeyan, vekirina standan, merasîmên biaxspartinê, bîranîn, şahî, konser û hemû çalakiyên bi vî awayî ji 5ê mijdarê heta 11ê mijdarê hatine qedexekirin.