Mêrdîn | Hemû çalakî û xwepêsandan heta 15 rojan hatin qedexekirin

14 January 2023 11:30 0 dîtin
Mêrdîn | Hemû çalakî û xwepêsandan heta 15 rojan hatin qedexekirin

PeyamaKurd Parêzgariya Mêrdînê heta 15 rojan, hemû çalakî û xwepêşandan qedexe kirin.

Li gor daxuyaniya hat belavkirin, ji bilî çalakiyên ku parêzgarî û qeymeqamî guncaw bibînin, di nav sînorên parêzgeha Mêrdînê de ji 14ê Çileyê roja Şemiyê saet 00:01 heta 28ê Çileyê roja Şemiyê saet 24:00ê, ji bo 15 rojan, hemû cûre çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Herwiha di daxuyaniya parêzgariyê de hatiye destnîşankirin, "hemû çalakiyên wekî kombûn, meş, xwepêşandan, çalakiya rûniştinê, vedana konan, vekirina standan û herwiha belavkirina danezan û broşuran ji 14ê Çileyê roja Şemiyê saet 00:01 heta 28ê Çileyê roja Şemiyê saet 24:00ê, ji bo 15 rojan, hemû cûre çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin."