Parêzgariya Mêrdînê her cûre çalakî heta 15 rojan qedexe kir
PeyamaKurd – Parêzgariya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, bi sedema ewlehiyê, her cûre çalakî û xwepêşandan heta 15 rojan qedexe kir.
Li gor daxuyaniya parêzgariya Mêrdînê, heta 15 rojan hemû çalakî, meş û kombûn bi sedema “parastina aramiya bajêr” hatine qedexekirin.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, ji 5ê Tebaxê heta 19ê Tebaxa 2021an, hemû çalakiyên weke xwepêşandan, meş, daxuyaniya rojnamevaniyê, kombûn, vedana çadiran hatine qedexekirin û tenê rê dê bi "çalakiyên fermî" bê dayîn.
Herwiha li gor daxuyaniya Parêzgariya Mêrdînê, armanca vê biryara qedexekirina çalakiyan, “parastina aramiya civakê û rêgirîkirina encamdana tawanan” e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin