Parêzgariya Wanê: Heta 15 rojan çalakî û sahiyên li bajêr hatin qedexekirin
PeyamaKurd – Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê diyar kir, heta 15 rojan çalakî û şahiyên li bajêr hatin qedexekirin.
Parêzgariya Wanê da zanîn, çalakî û şahiyên wek kampanya îmzeyan, belavkirina belavokan, xwepêşandan, mitîng, civîn, vekirina konan û çalakiya rûniştinê heta 15 rojan hatine qedexekirin.
Herwiha hat eşkerekirin, qedexe di îro 28ê Sibatê de destpê dike û wê heta 14ê Adarê berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin