Li Colemêrg û Amedê hemû çalakî hatin qedexekirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku piştî ji Şaredariya Colemêrgê re qeyûm hate tayînkirin û qedexeya hemû çalakiyan hate ragihandin li Amedê jî heman qedexe hatin ragihandin.
Piştî ku Şaredarê DEM Partiyê yê bajarê bakurê Kurdistan Colemêrgê Mehmed Siddiq Akiş hate desteserkirin û qeyyûl hate avêtin ser şaredariya vî bajarî, DEM Partî li ser van geşedana civîna awarte pêk anî û ragihand ku ew ê li ber hemû şaredariyên xwe dest bi çalakiyên nobedê bikin.
Piştî van geşedanan Parêzgariya Colemêrgê jî ragihand ku ji bo 10 rojan hemû çalakî hatine qedexekirin û li dû Parêzgariya Colemêrgê, Parêzgariya Amedê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Amedê jî heta 6ê Pûşperê demjimêr 23:59an (4 roj) hemû çalakî hatine qedexekirin.
Li gorî daxuyaniyên parêzgariyên Colemêrg û Amedê; hemû meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana konan û çalakiyên rûniştinê hatine qedexekirin.
Seroka Koma DEM Partiyê ya Parlamena Tirkiyeyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ragihandibû ku wê DEM Partî li ber hemû şaredariyên xwe dest bi çalakiyên nobedê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin